Dadgehê biryara berdewamiya zîndanîbûnê bo Demirtaş da

K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Enqerê biryara berdewamiya rewşa zîndaniya Selahedîn Demîrtaş da û rûniştina dozê bo 23'ê meha yekê ya 2019'ê hat paşxistin.
Dagehakirina Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, di roja duyemîn de bidawî hat. Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê, di rûniştina piştî nîvroyê de biryara berdewamiya rewşa zîndanî ya Demîrtaş da û doz bo rojên 23/24-25'ê meha yekê ya 2019'ê hat paşxistin.
Demîrtaş di rûniştina îro ya dadgehê de da xuyakirin, dadwer wek endamên AK Partiyê tevdigerin û dixwazin nasnameya wî ya siyasî tune bikin. Da zanîn, eger ku dadgeh gundariya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê neke, dê guhdariya çi bike. Demîrtaş got, ew dixwaze baweriya xwe ya hember hiqûq û dadweran biparêze, lê helwesta dadgehê vê hêviya wî tune dike.
C.B