PAK û PSK daxwaza tifaqê li HAK-PAR dikin

Di daxûyaniyekê de PAK û PSK daxwaza tifaqê li HAK-PAR dikin. Daxûyanî ji K24 re jî hatiye rêkirin, ev naveroka daxûyaniyê ye:

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxûyaniyekê de PAK û PSK daxwaza tifaqê li HAK-PAR dikin. Daxûyanî ji K24 re jî hatiye rêkirin.

Bi armanca pêkanîna tifaqeke berfireh, PAK û PSKyê bi nameyekê teklîfa tifaqa hilbijartinê li HAKPARê kir.

Nameya ku li ser navê Mesud Tek-Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) û Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji Serokatiya HAKPARê re hatiye şandin ev e:

Ji bo Serokatîya Giştî ya HAK-PARê

Rêzdar Serokê Giştî,

Wek tê zanîn, di 31ê Adara sala 2019an da li Kurdistane û li Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî têne lidarxistin. Ji ber rewşa hestiyar a ku millet û welatê me tê de derbas dibe, girîngiya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê hîn zêdetir dibe.

Rêvebiriyên herêmî herwiha ji bo ceribandina îdarekirina xwe bixwe firsendeke baş e.

Ji bo ku em bikaribin ji vê firsendê li gorî berjewendiyên gelê xwe feydê werbigirin, weke PSK û PAKê me biryar daye ku bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bibin. Li ser vê biryarê jî, me weke gava ewil, di roja 11.11.2018an de li Amedê, Komxebatek bi şîara “Di hilbijartinên herêmî de alternatifeke neteweyî û demokratik” li dar xist.

Me ev biryara xwe ya namzedên serbixwe, di vê Komxebatê de bi hemû siyasetvan, rewşenbîr, nivîskar û karsazên beşdar yên ku me wan vexwendibû re parve kir.
Piraniya beşdarên Komxebatê, piştgirî dan wê pêşniyariya me ya ku em bi namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarî hilbijartinên herêmî bibin. Herweha piraniya beşdaran pêşniyar kirin da ku li ser vê siyaseta nanamzedên serbixwe, platformeke hilbijartinê ya berfireh bê ava kirin.

Rêzdar Serokê Giştî,

Weke PAK û PSKyê, em dixwazin li gel hemû partî, dezgehên sivîl û kesayetên ku di siyaseta namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat de weke me difikirin re, platformên herêmî damezrînin û bi hev re xebatekê bimeşînin.

Bi vê mebestê, em dixwazin xebata namzedên serbixwe yên ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an li gel HAK-PARê bi hev re bimeşînin, em dixwazin HAK-PAR jî di vê xebatê de li gel me be.

Bi hêviya serkeftinê…

Mesud Tek-Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

 

 

C.B