Dengdêr ji bo Şaredariya Diyarbekrê Leyla Zana û Turkan Elçî dixwaze

Di rapirsiya Rawest de, ji bo Şaredariya bajarî mezin ê Diyarbekrê navên Kurdistanî, wekî: Leyla Zana û Turkan Elçî derdikevin pêş. Herweha xûya dibe ku, dengdêrên bakurê Kurdistanê Tifaqa Kurdistanî dixwazin

K24 – Navenda Nûçeyan

Xelkê Diyarbekrê ji bo Şaredariya Diyarbekrê Leyla Zana û Turkan Elçî dixwaze.

Ligor Saziya Rapirsiyê Rawest, di rapirsinên ku li Diyarbekir, Wan, Mêrdîn û Rihayê de hatine kirin de, diyar dibe dengdêr wekî berê bi azadane bîr û raya xwe eşkere nakin. Ev jî, di destê yekem de girêdayî metirsiyên a ji rewşa Tirkiye û bakurê Kurdistanê ne, ku bandorek giran a hêzên ewleyiyê heye, rewş herçend nayê binavkirin jî, lê awarte ye.

Birêvebirê Rawest Roj Girasub dibêje ku, berê ger mirov xwestiba bi 100 kesan re hevpeyvîn û hevditinan bike, niha divê bi 200 kesan re bike. Wergirtina bersîvan ji hevwelatiyan zehmet bû ye. Mirov jiber karên xwe, ewleyiya xwe, jiyana xwe ditirsin.

Di rapirsiya Rawest de, ji bo Şaredariya bajarî mezin ê Diyarbekrê navên Kurdistanî, wekî: Leyla Zana û Turkan Elçî derdikevin pêş. Herweha xûya dibe ku, dengdêrên bakurê Kurdistanê Tifaqa Kurdistanî dixwazin.

 

 

C.B