Lindsey Graham daxwaza civîna Kongresê dike

Senatorê Komariyan Lindsey Graham daxwaza civînê ji Kongrêsê dike û dibêje, bi vê biryara Trump, gelê Amerîka ji çarenivîsa gelê Kurd nehatiye agahdar kirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Senatorê Komariyan Lindsey Graham daxwaza civînê ji Kongrêsê dike û dibêje, bi vê biryara Trump, gelê Amerîka ji çarenivîsa gelê Kurd nehatiye agahdar kirin.

Lindsey Graham di derbarê biryara Trump ji bo vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriya û Efxanistanê ragehand, pêwîst e Kongrês agahdarî biryarên Trump be û tekez jî kir, giring e û pêwîst e biryarên Trump li Kongrêsê bên gengeşe kirin. Tekez jî kir, pêwîst e Trump bersiva hejmareke pirsyaran bide, gelo planek ji bo parastina Kurdan heye..

Beriya niha jî, Lindsey gotibû, şerê DAÎŞê bidawî nehatiye û biryara Trump heman şaşitiya Barack Obama ya sala 2011an e ku Hêzên Amerîka ji Îraqê vekişandibû.

 

 

C.B