Salih Mislim: Bihaneya Trump a vekişîna hêzên xwe, ne di cih de ye

Serokê Navenda Pêwendiyên Dîplomasî ya PYDê Salih Mislim beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûiyê û Rojavayê Kurdistanê de ragihand, bihaneya Serokê Amerîka Donald Trump a dibêje, DAIŞê nema û ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, ne di cih de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Navenda Pêwendiyên Dîplomasî ya PYDê Salih Mislim beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ragihand, bihaneya Serokê Amerîka Donald Trump a dibêje, DAIŞê nema û ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, ne di cih de ye.

Salih Mislim got: Biryara Trump ji her aliyekî re nişkaviyek bû, ji ber ku hîna DAIŞ heye û şerekî dijwar li rojhilatê Dêrazorê dike. Li gor amarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hîna 4 hezar çekdarên DAIŞê mane. Herwiha hîna DAIŞ li deverên din ên di bin kontrola rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de jî pakqij nebûye. Çekdarên DAIŞ hîna li Iraqê jî derbasî Sûriyê dibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gotibû ku Tump bi pêwendiya wan a telefonî ji wî re ragihandibû ku ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, li ser vê yekê Salih Mislim got: Her carê pêwendiyek di navbera rayedarên Amerîka û Tirkiyê de çê dibin, şîroveyên cuda ji her de aliyan ve derdikevin. Dibe ku Trump ew ji Erdogan re gotibe, lê çi bazar jî kirine Erdogan wê nabêje.

Li ser banga berpirsên Rêveberiya Xweser a hatina hêzên rêjîma Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê, û çûna şandeke PKKê bo Şamê, Salih Mislim got: Me ti carî negotiye ku em ji derveyî Sûriyê ne yan perçebûna Sûriyê dixwazin. Pêştir 2 civîn bi rêjîmê re çê bûn, lê rêjîmê heta niha nerînên xwe neguhartina û hîna bi hişê berê tevdigere û dixwaze Sûriyê vegerînin berî sala 2011an. Heger danûstandinek jî çê bibê, dê li bingeha Sûriyayeke nû bi destûr û zagonên nû be. Ji aliyê din ve ti agahdariya me ji PKKê nîn e.

Li ser yekrêziya Kurdî got: Li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek heye û gelek alî tê de beşdar in û zagon û saziyên xwe hene, ev rêveberî ne ya PYDê ye û her kes vê sîstem û rêveberiyê qebûl bike, dikare cihê xwe tê de bigire.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Komîta Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Fewaz Mehmûd got: Amerîka klopa kesk daye Tirkiyê, lê amadekariyê derbasbûna Rojavayê Kurdistanê û awayê birêvebirinê dê çawa be, ew cihê danûstandinê di navbera Amerîka, Fransa û Tirkiyê de ye.

Li ser pêwendiyên ENKSê bi welatên bihêz de got: Tevî ENKS di rêveberiya li Rojava heye de ne beşdar e, lê ENKS bi roleke girîng di qada navdewletî de radibe û welatên bihêz jî dixwazin nerîna ENKSê ji bo pirsgirêka Sûriyê werbigirin.

Li ser yekrêziya Kurdî Fewaz Mehmûd, niha Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hestiyar re derbas dibe û pêwîstî zêdetir bi yekrêzî û diyalogê di navbera partiyên Kurdî de heye û ENKS her dem ji bo diyalogo amade ye.  

 

 

S. B