HDP bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan kom dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca diyarkirina stratejiya xwe ya hilbijartinên şaredariyan kom dibe.
Lijneya Rêvebir a Navendî ya HDPê îro hilbijartinên şaredariyan gengeşe dike. HDP armanc dike şaredariyên xwe yên qeyûm li ser e careke din bidest bixe û hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê lawaz bike.
Herwiha li gor zanyariyên belav dibin, HDP dê li bajarên Tirkiyeyê namzet diyar neke û dê dijî hevpeymaniya AK-Partî û MHPê piştgiriya namzetên çepgir û demokrat bike.
HDP herwiha dê li hin bajarên girîng parlementerên xwe bike namzet.
Berî niha çend rojan Parlementerê HDPê Ayhan Bîlgen bûbû namzetê Şaredariya Qersê.
S. B