HDP: Kuştina Kadîr Sakçi ji encama siyaseta AKP û MHPê ya nijadperestiyê ye

Peyvdarê HDPê Saruhan Oluç dibêje: Kuştina Welatiyê Kurd Kadîr Sakçi ji encama siyaseta AKP û MHP ya nijadperesetî ye".

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê HDPê Saruhan Oluç dibêje: Kuştina Welatiyê Kurd Kadîr Sakçi ji encama siyaseta AKP û MHP ya nijadperesetiyê ye".

Li bajarê Sakarya yê Tirkiyê, bav û kurekî Kurd roja Yekşema bûrî bi sedema ku bi Kurdî dipeyivîn rastî êrîşeke nijadperestiyê hatibûn, di encamê de bavê bi navê Kadir Sakçi (43 salî) ku bi giranî birîndar bûbû, canê xwe jidest da û Kurê wî yê 16 salî  Burhan Sakçi jî hîn li nexweşxanê tê dermankirin.

Peyvdarê HDPê Saruhan Oluç di derbarê kuştina welatiyê Kurd Kadîr Sakçî û birindarkirina kurê wî Burhan Sakçî daxuyaniyek da û got: “Em di welatekî de dijîn jiber ku kesek dibêje "Ez Kurd im û bi Kurdî diaxive" tê kuştin.

Herwiha got: “Ev helwest ji encama siyaseta MHP û AKPê ya ku bingehek ji bo van êrişan re amade kiriye tên.”

Oluç da zanîn: “Qedexeya li ser zimanê Kurdî rê vedike ku civak perçe bibe û hestên nîjadperestiyê bi vî şêwazî derdikeve holê.”

 

S. B