Şîeyên Iraqê daxwaz dikin Amerîka ji Iraqê vekişe

Aliyên Şîeyên Iraqê hewlên xwe didin ji bo parlemanto projeyasayekê ji bo derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê derbike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Aliyên Şîeyên Iraqê hewlên xwe didin ji bo parlemanto projeyasayekê ji bo derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê derbike.

Peyvdarê Hevpeymaniya Fetih û endamê Komîta Bergirî û Asayişê di Parlemantoya Iraqê de Ehmed Esedî radigihîne, piştî biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, divê Washington biryara vekişîna hêzên xwe ji Iraqê jî bide, ji ber ew hêzeke derveyî û biyanî li Iraqê ye û nabe bimîne.

Esedî ji K24ê re got: “Ji aliyê Komîta Yasayî û Bergîriyê ve deqeke yasayî ji bo çarenivîsa hêzên biyanî hatiye danîn. Bêgûman piraniya parlemantaran ne bi mana hêzên biyanî re ne. Ewê ji me re girîng e, vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê ye. Pêwîst e jî hikûmeta Iraqê mîkanîzma baş dane, ji bo kiryarên xirab li ser sînorê Iraqê nebin.”

Ji aliyê xwe ve, Parlemantarê Kurd ê di Komîta Asayiş û Bergîriyê yê Parlemantoya Iraqê de Nasir Herkî, vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê bi metirsiya mezin li ser Iraqê dibîne. dibêje jî, hîna metirsiya DAIŞê li ser Mûsil û derdora wê maye û hîna beşek ji xortên wî bajarî mûçe ji DAIŞê werdigirin û eger e careke din serî hilde û xelk ji Sûriye û Mûsilê koçberî Herêma Kurdistanê bibin.

Nasir Herkî ji K24ê re dibêje: “Ta niha hejmarek ji xortên Mûsilê mûçe ji DAIŞê werdigirin, anku tevgera DAIŞê li nava Mûsilê berdewam e, ji ber wê heger hêzên Amerîkî vekişin, Iraq rastî nearamiyê dibe û di heman demê de jî heger rewşa Sûriyê zêdetir têk biçe û xelk koçber bibe, pirsagirêka aborî ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re dirust dibe.”

Di sala 2003an de hêzên Amerîkî hikûmeta Beis rûxand û sala 2010an jî beşek mezin ji Amerîkî ji Iraqê vekişî û beşek kêm li navçeya Kesk a Bexdayê û li sînorê Iraq – Sûriye, Herêma Kurdistanê û Mûsilê mane, ku di şerê li dijî DAIŞê de rola wan a sereke ji bo şikandina wê rêxistina terorê hebû.