Rûsya: Şam divê vegere cihên Amerika jê derdikeve

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova diyarkir ku, cihên ku dê Hêzên Amerika jê derbikevin, dive bikevin kontrola rejîma Sûriyê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova diyarkir ku, cihên ku dê Hêzên Amerika jê derbikevin, dive bikevin kontrola rejîma Sûriyê de.

Ligor hatî ragihandin Zaxarova, vegera deverên Sûriye ku di bin kontrola Hêzên Amerîkî de bûn e, di çarçoveya hiquqa navneteweyî de dinirxîne.

Zaxarova destnîşan kir, derketina Hêzên Amerika ji Sûriye heta niha kengî bidawî dibe, ne xwedî tu agahdarî ne. Amerika bernameyên xwe eşkere nekirin e, lê biryar bi xwe pêngavek rast e.

Serokê Amerika Donald Trump berî çendîn rojan bi twittekê biryara xwe ya vekşandina Hêzên Amerika ji Sûriye da bû, ku rastî gelek rexneyan hat. Heta niha bernameya vekşîna Hêzên Amerîkî bi çi awayî, kengî û di çarçoveyê de dibe, nehatiye diyarkirin.

 

 

C.B