Tirkiye: daxwaza rakirina parêzbendiya 6 parlementeran tê kirin

Dosyeyên rakirina parêzbendiyên 6 parlamenterên HDPê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Dosyeyên rakirina parêzbendiyên 6 parlamenterên HDPê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin. Daxwaza rakirina parêzbendiyan parlamenterekî AK Partî jî tê kirin.

Dosyeyên rakirina parêzbendiyên parlamenteriya Hevseroka HDPê Perwîn Buldan û Parlamenter Berdan Ozturk, Îmam Taşçîer, Garo Paylan, Ehmed Şik, Elîcan Onlu, ji hêla Serokomariya Tirkiyê ve arasteyê Serokatiya Parlametoya Tirkiyê hatin kirin.

Di Biryarnameya Serokomariya Tirkiyê de daxwaza rakirina parêzbendiyan parlamenterekî CHP û Parlamenterekî AK Partiyê jî tê kirin.

Bi biryarnameyên dawî re, hejmara daxwazên rakirina parêzbendiyan ku gehîştine Serokatiya Parlamentoyê gihîşt 149 dosyeyan.

 

 

C.B