Mesrûr Barzanî pêşwaziya Jeanine Hennis-Plasschaert kir

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Nûnera nû ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera nû yê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî di serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de dixwaze.

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Nûnera nû ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.

Di civînê de ji bilî gotûbêjkirina pêşhat û egerên siyasî, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Jeanine Hennis kir bi boneya destbikarbûna wê di karên xwe yê nû û amadebûna Herêma Kurdistanê derbirî ji bo hemahengî û karhêsaniya di cîbicîkirina karê wê de. Di beramber de Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî di Serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de xwest.

Her di wê civînê de gotûbêj di derbarê pirsgirêkên Îraqê de hate kirin û di wê derbarê de Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê  amaje bi giringiya cîbicîkirina tevahiya destûr û lezkirin di damezirandina damûdezgehên federalî de kir.

Di beşek din ê civînê de, prosêsa alîkarî û vegera awareyan û dubare avakirina navçeyên azadkirî ji destê DAIŞê hate gotûbêjkirin, û di vê derbarê de  Nûnera Sekretêrê Giştî yê NY li Iraqê tekezî liser wê yekê kir ku, ji bilî ku dê Netweyên Yekgirtî di erkên mirovî de berdewam be, bi hevkariya hêz û aliyan, karînên xwe bikar tîn e, ji bo jihevnêzîkbûn a nûnerên pêkhate û mezheban bi armanca dîtina çareseriyekê.

Hewlên temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û pêkanîna kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û pêwendiyên di navbeyna Bexda û Hewlêrê de, beşek din ê wê civînê bû.

 

 

C.B