YNK: Serokê Herêmê bila ji alî xelkê ve bê hilbijartin

Beriya niha Yekîtî digel wê yekê bû ku sîstemê siyasî yê Herêma Kurdistanê perlemanî be, ji bo vê mebestê jî digot, divê Serokê Herêmê ji Perlemanê bê hilbijartin

K24 – Navenda Nûçeyan

Beriya niha Yekîtî digel wê yekê bû ku sîstemê siyasî yê Herêma Kurdistanê perlemanî be, ji bo vê mebestê jî digot, divê Serokê Herêmê ji Perlemanê bê hilbijartin, lê piştî ku Partî namzetê xwe ji bo Serokatiyê diyarî kir, bi awayekê çaverênekirî Endamekî Polîtbîroya Yekîtî ragehand, Yekîtî baş dibîn e ku Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin.

Endamekî serkirdatiya Yekîtî jî dibêje, di ti civînekê Yekîtî de ew pirs nehatiye behs kirin, çavdêrên siyasî jî, wê guhertina nerîna aliyên siyasî bi muzayedeya siyasî û tirsa ji dengdanê vedigerînin.

Di hilbijartinên Iraqê û herweha yên herêma Kurdistanê de Partiya Demokrat a Kurdistanê wekî Partiya yekem ji van hilbijartinan serket. Di Parlementoya Kurdistanê de PDK xwedî 45 kûrsî ye û herweha rewşa Parlementoyê dide xûyakirin, PDK dikare di biryarên Parlementoyê de bi serkeftin encam bîn e.

 

 

C.B