Salih Mislim ji bo Efrînê rexnê li PYDê digire

Salih Mislim radigihîne, “Wek PYDê wan nekarî di warê dîplomasî û siyasî de karê baş ji Efrînê re bikira. Ji ber ku bi karên dîplomatîk wan nekarî pêşî li dagirkirina Efrînê bigirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Salih Mislim radigihîne, “Wek PYDê wan nekarî di warê dîplomasî û siyasî de karê baş ji Efrînê re bikira. Ji ber ku bi karên dîplomatîk wan nekarî pêşî li dagirkirina Efrînê bigirin.”

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê (PYD) Salih Mislim di hevdîtinekê ligel “ANF” de got: "Em nikarin bêjin ku ji bo Efrînê me dîplomasiyeke têrker meşand. Di vî warî de em rexne li xwe digirin. Eger me karîbûya ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve karekî baş bikira, pêşdîtin û amadekariyên me xurt bûna, belkî karên baştir bihata kirin." Muslim diyar kir ku wan ji bo Efrînê hişyarî dan dinyayê hemû, lê belê karê wan têrê nekiriye.

Muslim ragihand, ji aliyê dîplomatîk ve wan li gorî salên bihurî hîn bêhtir tecrûbe bi dest xistine û got, "Di encama vî karî de Fransa, Emerîka Urdun û welatên mîna wan israr dikin ku ji bo paşeroja Sûriyeyê em jî li dora maseya çareseriyê bin. Di sala 2018'an de kêmasiyên me çêbûn, lê tiştên erênê jî çêbûn. Lê belê Efrîn ji bo me hîn birînekek e. Karên me yên ji bo Efrînê dewam dikin. Heta ku gelê Efrînê li binê konan li benda rizgarkirina bajarê xwe be, wê karên me yên ji bo vegera gelê Efrînê dewam bikin."

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê diyar kir, karê wan ê herî mezin wê azadiya Efrînê û beralîkirina gefên dewleta Tirk be û wiha dewam kir: "Hêviya me ya herî mezin vegera gelê Efrînê li bajarê xwe ye. Karê me wê hemû ji bo vê be. Em dixwazin ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bibin dengê berxwedana gelê xwe. Civîna Cenevê li pêş me ye. Tirkiye ji ber vê yekê aciz e. Em hêvîdar in ku bi hin kesên azad ên li aliyê Sûriyeyê re rûnên û ji bo Sûriyeyeke ronî û xweş, çareseriyekê biafirînin."