Konsolê Fransa: Parîs hevpeymana tevahiya Kurdan e

Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê ragihand, di sala nû de hevpeymaniya Parîsê ne tenê bi Hewlêrê re dibe, belkû bi bi hemû Kurdan re berdewam dibe û daxwaz ji aliyên siyasî kir, rêzê li xwîna şehîdên şerê DAIŞê bigirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê ragihand, di sala nû de hevpeymaniya Parîsê ne tenê bi Hewlêrê re dibe, belkû bi bi hemû Kurdan re berdewam dibe û daxwaz ji aliyên siyasî kir, rêzê li xwîna şehîdên şerê DAIŞê bigirin.

Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Dominique Mass ji K24ê re got: “Bêgûman pêwîstiya me hemûyan bi aramî û ewlehiya zêdetir heye. Di sala nû de dixwazim Pêşmergeyên di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne bibîr bînim, pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji wan şehîdan re biçespînin ku xwîna vala neçûye.”

Derbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê de got: “Hêvîdar in di zûtirîn dem de hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêkanîn, ta çaksaziyên abor û siyasî bilez bên kirin.”

Li ser piştevaniya Kurd jî got: “Serok Macron berî çend rojan got pêwîst e di sala nû de piştevaniyê li hevpeymanên xwe bikin. Fransa hevpeymaniyeke berdewam ji hemû Kurdan re ye, wate tevahiya Kurdan, ne tenê Kurdên Iraqê.”

Ji aliyekî din ve, Nûnera Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê Clarisse Pasztory bi boneya sala nû ji K24ê re got: “Em wek Yekîtiya Ewropayê hêviya me ew e di sala nû de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de baştir bibin. We dilniya dikim ku Yekîtiya Ewropayê wek hevpeymaniyeke bihêz ji Herêma Kurdistanê re dimîne.”

 

 

S. B