Parêzerên Demirtaş serî li Dadgeha Destûrê dan

Parêzerên Selahedîn Demîrtaş, ji bo betalkirina sizaya zîndaniya 4 sal û 8 mehan serî li Dadgeha Destûrê dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Selahedîn Demîrtaş, ji bo betalkirina sizaya zîndaniya 4 sal û 8 mehan serî li Dadgeha Destûrê dan.

Dadgeha Sizaya Giran a Stenbolê, ji ber axaftinên Newroza sala 2013'ê 4 sal û 8 meh sizaya zîndaniyê dabû Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş.

Digel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara azadkirina Demîrtaş dabû, bi pesendkirina sizayê, yasa rê nadin Demîrtaş were azadkirin.

Parêzerên Demîrtaş, bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dan. Parêzeran dan zanîn, piştî biryara Dadgeha Ewropayê Serokomarê Tirkiyê fişar daniye ser dadgehan û mafê hizr û raman û axaftina Demîrtaş hatiye binpêkirin û daxwaza betalkirina sizaya zîndaniyê hat kirin.

 

 

 

C.B