“DAIŞeke din” li Iraqê derdikeve

Grûpeke tundrew ji rêxistina DAIŞê cuda dibe, nav li xwe kiriye “Pasewanên Olê” û di bin siya Lîwaya Neqeşbendî de niha li Iraqê kar dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke tundrew ji rêxistina DAIŞê cuda dibe, nav li xwe kiriye “Pasewanên Olê” û di bin siya Lîwaya Neqeşbendî de niha li Iraqê kar dike.

Bi dirêjahiya çend salên dawiyê, grûpên Îslamî û tundrew derketin, her çend e di awayê form û karê xwe de cuda bûn, lê ecinde û hewldanên wan bo çespandina rewatiya baweriyên xwe hevawa bûn.

Li gor çend jêderên Hewalgîriya Iraqê, grûpeke tundrew ji rêxistina DAIŞê cuda bûye, nav li xwe kiriye “Pasewanên Olê” û di bin siya Lîwaya Neqeşbendî de niha li Iraqê kar dike.

Wek ew jêder dibêjin, ew grûpa nû li navçeyên derdora Xurmatû, Dûr, Tekrît, Şirgat, Mûsil, Kerkûkê û Diyala çalak e û hewla têkdana aramiya wan navçeyan didin.

Destpêka wê grûpê vedigere 27ê Sibata 2018an ku li Sûriyê derket, lê demek e li Iraqê jî çalak dibe.

Li gor beşek ji çavdêrên siyasî, siyaseta piştguhkirin û perawîzxistina pêkhateyan ji aliyê desthilata mezhebî ya hikûmê Iraqê xistiye destê xwe, sedemek e bo derketina wan grûpan. Ew grûpên tundrew piştguhkirin û nerazîbûna xelkê navçeyên Sune ji xwe re wek derfet ji bo kar û belavbûna xwe dibînin. Niha jî heger xizmet û xweşguzarî negihe wan navçeyan, ew navçe ji wan grûpan re dibe zemîneyeke baş bo derketina kesên tundrew.