Hollanda êrîşên xwe yên esmanî li ser DAIŞê radiwestîne

Hollanda dawiyê li êrîşên esmanî yên li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê tîne, lê bi hevkarîkirina Pêşmerge re berdewam dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hollanda dawiyê li êrîşên esmanî yên li dijî DAIŞê li Sûriye û  Iraqê tîne, lê bi hevkarîkirina Pêşmerge re berdewam dibe.

Wezareta Bergîriyê ya Hollandayê aşkere kir, ji roja 2ê Çileya 2019an ve dawî li operasyonên xwe yên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê tîne û tevahiya firokeyên xwe yên F 16 vedigerîne Hollandayê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergîriyê ya Hollandayê, ew bi hevkariyên bi hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re berdewam dibin.

Aşkere kir jî, Hollandayê bi 4 firokeyên şer beşdarî di dehan operasyonên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê de kiriye, lê niha ew neçar in dawî bi erkê xwe bînin, ji ber ku wek endameke NATOyê pêwîstî bi hêza esmanî ya Hollandayê li cihekî din heye.

Di derbarê de, Wezîra Bergîriyê ya Hollandayê Ank Bijleveld da zanîn, şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye û hîna aramî li Iraq peyda nebûye û pêwîstiya wê bi hevkariyên navdewletî heye.

Hollanda yek ji welatên endam ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ye û nêzîkî 4 salan e bi riya firokeyên şer ên ji cura F 16 beşdarî operasyonên esmanî bûye û binkeyên DAIŞê bombebaran kirine.

 

S. B