Bayik: PKK rêgiriya eniya dijî Îranê dike

Bayik: Amerika dixwaze Tirkiye, Iraq û Kurdan bikşîne aliyê xwe. Li hember Îranê wan bixe nav tevgerê. Lê, li vir bi astengiya PKK re berbiçav tê

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê KCK Cemil Bayik diyarkir ku, Amerika hewl dide eniyek ku Kurd jî tê de cîh digrin li dijî Îranê pêkbîn e, lê PKK bûye rêgirê vê yekê.

Bayik ji Medya Haber re liser rûdanên Rojhilata Navîn û biryara vekşîna Amerikayê ji Sûriyê axifî.

Ligor Cemil Bayik: “Pirs ne man an neman a Esed e. Pirs liser bîngehê demokrasiyê avakirina nû ya Sûriye ye. Jiber ku Sûriye nikare bibe Sûriye ya berê. Piştî şerê 7 salî, Sûriye divê liser bîngeha demokrasiyê û sistema azadiyan were rêkxistin”.

Liser helwêstên Amerika li Rojhilata Navîn Bayik got ku: “Amerika dixwaze Rojhilata Navîn di çarçoveya berjewendiyên xwe de rêkbixe. Lê bi astengan re berbiçav tê, PKK mezintirîn astengî ye. Ligor xwe pirsgîrêka Îranê jî heye. Ya xûya dike ew e: Amerika dixwaze Tirkiye, Iraq û Kurdan bikşîne aliyê xwe. Li hember Îranê wan bixe nav tevgerê. Lê, li vir bi astengiya PKK re berbiçav tê. PKK nahêle Kurd bi tevayî dinav vê eniyê de cîh bigrin. Amerika vê yekê dibîne û dixwaze vê astengiyê ji holê rake. Ger di 5ê Mijdarê de hemberî Îranê û 6ê Mijdarê hemberî PKK biryaran digre, girêdayiya van biryaran eşkeretir dibe”.

 

 

C.B