Xerabtirîn rewşa ewleyî li Iraqê – li Mûsilê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî radighîne, di meha borî de li Iraqê 32 welatî hatine kuştin. Herî zêde qurbanî li Mûsilê ne.
Netewên Yekgirtî amara qurbaniyên meha borî belav kir û ragihand, jiber karên terorî û bûyerên tundûtîjiyê 32 kes li Iraqê hatine kuştin û 32 welatiyên din jî birîndar bûn e.
Netewên Yekgirtî eşkere jî kir, di warê ewlekariyê de parêzgeha Neynewa xirabtirîn parêzgeh a Îraqê bû, ku piraniya qurbaniyan xelkê wê parêzgehê bûn. 26 kes li Mûsilê bûn qurbanî. Piştre jî bajarê Bexdayê tê ku 20 kes li wî bajarî bûn e qurbanî, û 6 kes jî li parêzgeha Selahedîn bûn e qurbanî.
C.B