James Jeffrey cihê Brett McGurk girt

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Şanderê Taybet ê ji bo Sûriyê James Jeffey dê bi erkê Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk rabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Şanderê Taybet ê ji bo Sûriyê James Jeffrey dê bi erkê Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk rabe.

Peyvdarê Wezareta Derve robert palladino di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, James Jeffrey ligel erkê xwe yê berê wek Şanderê Taybet ê ji bo Sûriyê, cihê Brett MvGurk jî bigire.

Diyar kir jî, Jeffrey dê bi welatên hevpeyman re hevrêziyê bike ji bo cibicîkirina armancên Amerîka yên jinabirina teror û DAIŞê li Sûriye û Iraqê û vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê.

Roja 22ê Berçileya 2018an wek karvedanekê li ser biryara Serokê Amerîka ya vekişandina hêzên Amerîkî, Brett McGurk destê xwe ji erkê Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê vekişand.

James Jeffrey sala 2007 ta 2008 Cîgirê Şêwirmendê Niştimanî yê Amerîka bû, ji 2008 ta 2010 Balyozê Amerîka li Tirkiyê bû û piştre bû Balyozê Iraqê û 17 Tebaxa 2018an wek Şanderê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Sûriyê hatibû destnîşankirin.

 

S. B