Şerê “navxweyî” li Idlibê berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Şerê milişyatên tundrew “ê navxweyî” li devera Idlibê berdewam e. Heyet Tehrîr el Şam (bi nave xwe yê berê El Nûsra) û milişyatên “Artêşa Azad a Sûriye” ser bi Tirkiye ve ev ji hefteyek zêdetir e dinav şer de ne.
Ligor agahdariyan Tehrîr el Şam pêşkeftinên xwe berdewam dike û pênc bajarokên din xistin e bin kontrola xwe de.
Reuters û Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan destnîşan dikin ku, armanca Tehrîr el Şam berferehkirna kontrola xwe li devera Idlibê ye û Artêşa Azad daxwaza piştgiriyê kiriye. Peyvdarek Artêşa Azad aniye ziman ku, “Hêzên tehrîr el Şam ber bi Ariha û Maarat el Numan pêşdikevin û ger ev dever jî bikevin bin kontrola wan, ew dikarin desthilata xwe liser tevayiya Idlibê bisepînin”.
Bi pêşkeftinên rojên dawî Tehrîr el Şam nêzîkî binkeyên rejîma Şamê dibe û ev yek rêkeftina Rûsya – Tirkiye ya liser Idlibê jî dixe bin metirsiyê de.
C.B