Zêbarî rapora Rêxistina Human Rights Watch red dike

Di bersiva Rêxistina Human Rights Watch de, hikûmeta Kurdistanê red dike, ku ciwanên temen biçûk di zindanan de, bi tometa DAIŞê hatibin eşkence kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di bersiva Rêxistina Human Rights Watch de, hikûmeta Kurdistanê red dike, ku ciwanên temen biçûk di zindanan de, bi tometa DAIŞê hatibin eşkence kirin.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand, ku bi ti şêweyekî rêxistina Human Rights Watch  serdana wan zindanan nekiriye. Herweha ti kesek jî, bêyî biryara  dadgehê nehatiye girtin.  Serderî ligor yasayê ligel tometbar û daxwazkiriyan tê kirin.

Herweha ew yek jî ragihand, ku ew kesên temenê wan di jêr 18 salan de be û guman li ser wan heye, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re hebû ye, ew wek qurbaniyên destê DAIŞê serderiyê ligel wan dikin, ne wek tawanbar û bi şêweyek normal û  bi rêyek mirovahî aliyên pêwendîdar serderiyê ligel wan dikin.

Rêxistina Human Rights Watch di raportekê de amaje bi wê yekê kiribû, ku di zindanên herêma Kurdistanê de zarokan eşkence dikin, da danpêdanê bikin, ku pêwendiya wan ligel DAIŞê hebû ye.

 

 

C.B