Salih Muslim: Her tim diyaloga me bi rejîme re hebû ye

Salih Muslim da xuyakirin her tim diyaloga wan bi rejîmê re hebû ye û bi hebûna Amerîka ew diyalog nehatiye birîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Salih Muslim da xuyakirin her tim diyaloga wan bi rejîmê re hebû ye û bi hebûna Amerîka ew diyalog nehatiye birîn.

Berpirsê têkiliyên derve yê TEV-DEMê Salih Muslim  di hevdîtinekê de digel  Dengê Amerîka got, “dema wan şerê DAIŞê dikir, Hêzên Amerîkî li wê derê nebûn, û  her kes li gor hesaba xwe hatiye herêmê."

Mislim liser diyaloga bi rejîma Esad re jî got, ku tim dîyalog hebû. Herweha diyarkir:

"Dema Amerîka nebû, û dema hebû jî, diyaloga wan bi hikumeta Sûriyê re nehatibû birîn,  û ew xwedî sîstemekê ne, ew guherînên li Sûriyê dixwazîn û ew jî perçeyek Sûriyê ne. Di biryara xwe de azad in û projeyek wan heye, li gor wê jî, dîyalog berdewam e."

 

 

C.B