Hêviya saxiyê ji hevkarê me Xoşewî Mihemed re dixwazin

Rêvebirê Nivîsgeha Kurdistan24ê li Mosko Xoşewî Mihemed li Moskoyê ji aliyê çend kesan ve rastî êrîşekê hat û birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Rêvebirê Nivîsgeha Kurdistan24ê li Mosko Xoşewî Mihemed li Moskoyê ji aliyê çend kesan ve rastî êrîşekê hat û birîndar bû, Rêveberiya Kurdistan24ê di peyamekê de ji bilî hêviya xwastina saxiyê û çakbûna bilez ji Xoşewî Mehemd re, ragihand, lêkolîn û pêdaçûnê bo wê bûyerê dikin.

Di peyama Kurdistan24ê de hatiye, “Mixabin hevkarê me Rêvebirê Nivîsgeha Kurdistan24ê li Moskoyê rastî bûyereke nexwastî û êrîşa çend kesan bûye û di encamê de birîndar bûye û li nexweşxaneyê ye. Em di dema mijûlî pêdaçûn û lêkolînê di wê bûyerê de ne, hêvîdar in hevkarê me Xoşewî Mihemed bi zûtirîn dem baş bibe û vegere ser karê xwe.”