Xwendekarên Rojava xuleke fotbolê li Hewlêrê birêve birin
K24 – Hewlêr
Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêra Paytext dixwînin xuleke fotbolê ya bi navê “Xula Roj” birêve bibin û 12 tîmên fotbolê li ser asta zanînehên Hewlêrê tê de beşdar bûn.
Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demorat ên Kurdistanê – Rojava (YXCDR) û bi piştevaniya Yekîtiya Qutabî û Lawên Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê xuleke fotbolê ya bi navê “Xula Roj” birêve bir. 12 tîmên fotbolê yên zanînehên Hewlêrê tê de beşdar bûn.
Berprisê YXCDR Ehmed Mihemed Emîn li ser vê çalakiyê ji K24ê re got, armanca wan ji van cure çalakiyan ew e ku di riya van çalakiyan re alîkarî, hevrêzî û nêzîkbûnek bêhtir di navber xwendekaran de dirust bibe.