Transatlantic: Mesrûr Barzanî baştirîn bijarde ye û Amerîka û civaka demokrat hevkariya wî dikin

Cîgirê Serokê Tora Transatlantic Leadership Sasha Toperich ku toreke bi navûdeng e li Washingtonê, dibîne ku Mesrûr Barzanî guncawtirîn bijarde ye ji bo wergirtina posta Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Tora Transatlantic Leadership Sasha Toperich ku toreke bi navûdeng e li Washingtonê, dibîne ku Mesrûr Barzanî guncawtirîn bijarde ye ji bo wergirtina posta Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Sasha Toperich ragihand, hîna Herêma Kurdistanê bi gefên ewlehiyê rûbirûyî ye, ji ber wê serkirdayetkirina vê herêmê ji aliyê şarazeyekî bihêz di warê ewlehiyê de heye, hem dikare Herêma Kurdistanê biparêze û hem jî pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê bibe asteke bilindtir.

Sasha Toperich amaje bi wê dike, ji bilî rûbirûbûna terorê, nehîştina gendeliyê ji karên pêşîne yê Serokwezîrê Kurdistanê yê nû ye û di vî warî de Amerîka û hemû civaka demokratîk hevkariya Mesrûr Barzanî dike.