Tirkiye: 57 milyon dengdêr hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 57 milyon û 93 hezar dengder hene û Desteya hilbijartinê da xuyakirin, tu sextekarî û navên xeyalî di lîsteya dengderan de nîn e.
Serokê Desteya Hilbijartina Bilind a Tirkiyê Sadî Guven da xuyakirin, hejmara dengderên ku bikaribin di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de deng bidin, 57 milyon û 93 hezar û 985 kes in.
Guven da zanîn, navên 56 hezar û 500 kesan hatiye tespîtkirin ku ne rûniştvanên navnîşanên diyarkirî ne û jiber vê mafê dengdana wan hatiye rawestandin.
Da xuyakirin, di lîsteyên hatine danîn de, tu dengderek dubare, sexte û xeyalî nîne.
Guven got, di lîsteyan de 6 hezar kesên ku temenên wan ji sed salê zêdetirin hatine dîtin û diyar bûye ku ew mirî ne û jiber vê ji lîsteyê hatine derxistin.
Rayedarên HDP û CHP dabûn xuyakirin, di lîsteyan de bi dehezaran navên sexte û ner rûniştvanên wan deveran hatine dîtin û bo betalkirinê serî li Desteya Bilind dabûn.
C.B