Werziş, Şanoya hem demiya îroyin e. Heya tu bixwazi populer û navdar e

Ali Fikri Işik

Ali Fikri Işik,

Ez bi eslê xwe ji Mêrdina Bakur a Kurdistanê ji navçeya Stewrê me. Pişti demekê malbat koçî Batmanê kirîye û zaroti û xortaniya min li Batmanê derbasbu. Têkiliya min û Futbolê li Batmanê destpêkir. Ez transferi Tima Farqinê bûm û hata hatim girtin, min jiyana xwe yarizaniya xwe li Farginê domand. Ez şeş sal û heyşt meh di girtigehande mam. Loma min Yarizaniya, berdevam nekir. Qederê sî sale ku ez li ser nexasim futbolê dinivisim û difikirim. 2 hezar gotarên min hatin weşandin.

Werziş/Spor ji dema antîkê ve di jiyana mirovayetiyê de cîh girtiye. Bandora wê li jiyana civatî, di roja îro de di jiyana neteweyî de çi ye?

‘’.. Werziş ne tenê nasnama werzişvan e, ew di heman demi de nasnameya aqil û hunera civaka ku werzişvan tê de dijiye jî ye. Werziş, ji aliyeki sosyo antropolojik ve qemilandina civakê dide der. Weke, netice  Kamilbuna civakekê bi seviya werzişa van tê pivandin. Ku ew kriter rast be, hinde werziş, ne tenê performansa werzişvana nişan dide, ew pênase  bi tilika mezin têkilya nav wê civikê ji derdixe hole. Werziş, şêwazeke jiyanê ye, loma terhê we xwe digihijinin dema antikî.

İro werziş, di nava jiyana netewi de çimento yê hestên netewî ê sereke ne. Netew yekitiya xwe, hestên yekitiyê bi serkeftin û serfiraziya werzişê ava dikin. Belê hunera temaşekirina dema Antikî Şano bu, lê ya iroyin werziş e nexasim Futbol e. Netew hebûna xwe, aqil û hunera netewi bi kirasê werzişê diyari herkesi dikin. Rol mezin e lê ax hê haya Kurdan ji vê rola mezin, mixabin nine.

Bindestiya Kurdistanê – çi astengiyan li ber, pêşkeftina werzişê / werzişvanan li Kurdistanê derdixe?

‘’… Bindestî beriya her tiştî rê nade ku werziş û werziş wan bi nasnameya xwe ya eşkere, li kata navenda dinyayê xwedî li netewa xwe, bi çand û hunera xwe xwedî derkevin. Ku mirov blindest be encax dibin aleya xelkê de, ji bo wan derdikeve pêşpaziyan. Serkeftin û serfirazi, ne ji me re tê nivisandin, em dibin aleya kî de tevli wê werzişê bubin, encam ji wî netewî re tê nivisandin. Astenga herî mezin ew e. Bindesti tunebune. Bindesti, fûrandina xopana bênasnamê bunê ye. Heya ku ew bindestiya xopan neqede, werziş û werzişvanê me, ne ê me ne. Ku em ne xwedi huquqeki navnetewî bin, performansa werzişa me û kapasiteya werzişvanê me li ser kîse tê hesibandin. Mixabin rewş iro ew e.

Bi taybetî futbol, wekî spor a herî popular cîhê xwe di jiyana mirovan de girtiye. Li welatên serdest ên Kurdistanê – Kurd, piştgiriya tîmên welatên serdest ên Kurdistanê dikin. Vê proseyê tu çawa dinirxîne?

Weke ku min di pirsa jorin de jî gotîbu, Werziş, Şanoya hem demiya iroyin e. heya ku tu bixwazi popular û navdar e. Her pêşpaziya werzişekê ne bi milyona, bi milyara tê temaşekirin. Prensiba herî sereke di vir de jî li ser kar e; Ku tu ne hole bî wê hemwelatiyên te bibin aligirê time xelkê. Ew prensiba sosyolojik ew qas vekiriye. Kes dev ji hiskirina werzişê bernade,; ku tima te ne di nav timê pêşpazan de be wê aligiriya timê pêşpazan bikin. Ew terciheke normal û xwezayiye.

Ji bo ku Kurd di pêşpaziyan de aligirîya timê xwe bikin diviye ku, time wan namzetê wan çalakiyan bin. Ez di wê baweriyê de me ku rojekê timê me bi nasnameya me û dibin aleya me de derkevin hole wê tu kes, aligiriya biyaniyan ango  aligirîya timê serdestan  neke. Weke minak, di wan demê dawi de DalKurd û Amedspor hineki derketin pêş, Aligirê Kurd, bi coşeke mezin xwedi li wan derketin. Li Kurdistana Bakur, her bajar xwedi timeke biçûke. Aligirê wi bajari, meyla xwe didin ser tima xwe. Ew ji nişan dide ku em hewla xwe bidin werziş ê, wê hemwelatiyên me bi dil û can timê xwe biparêzin.

Bandora sporê – di proseya pêşkeftina neteweyî de heye? Nirxandina te çi ye?

‘’ Werziş, navdariyeke mezin ya navnetewi, weke nişandanekê ikonik, diafirine. Qirnê ku em di nav de dijîn, ji alî werzişê ve ji siyasetê betir bi rumete. Prestija ku werziş dide netew ji prestija siyasetê bi bandortir û bi qimettir e. Hewla dinyayê ne li ser siyasetê ye hewla dinyayê weke nêrineke navendi li ser werzişê ye. Werziş êdi ne tenê çalakiya werzişvana ye ew endustiriyeke gelek dewlemende. Têkiliyê werzişê ne tenê têkiliyê sportif in, ew êdi sector e. Ew êdi, karsaziyeke pir mezin e. Minak olimpiyatek encax bi milyar dolara tê organizekirin. Minak pêşpaziya futbolê weke Kupaya Cihanê an jî weke liga şampiyona, êdi buye sanayi. Buye aboriyeke gelek xurt ku têra welateki dike.

Spor – wekî beşek hevahengî - pêşbirka aştiyane tê pênase kirin. Lê, li welatên cîhana sêyem – di rolek organîzekirina nîjadperestiyê jî, tê bikaranîn. Vê proseyê wekî lêkolerek profesyonel tu çawa dibîne?

‘’ Rola werzişê weke rola zimane. Her kes bi ziman diaxeve. Diz ji bi wi zimani diaxevin, kesên makbul ji. Werziş alaveke. Kî pê çi kari bike werziş di xizmeta wî de ye. Ma dem neyarê mirovatiyê hewldidin û karê werzişê baş dikim, ma çima ehlê mirovperveriyê bala xwe nadin ser werzişê. Ew kêmasi ne kêmasiya werzişê ye, kêmasiya niyetdarê werzişê ye. Gotinek heye dibêjin ‘’her hesp li gori siwarê xwe olan dide.’’ Em li wi hespi siwar bibin da ku hefsarê wî jî di destê me de be. Helbet em Karin werzişê bikin alaveki aşitîyê. Ku em aşitixwaz bin wê werzişa me dibin xizmeta aşitîyê de be. Ji Franco pirsin; gotin tê Spanya çawa çil sal idare kir? Go, bi sê F yan. Futbol , fado, fiyesta. Niyeta kî çi be Werziş wi bikar tine.

Bi taybetî di salên dawî de – li diaspora Kurd serkeftinên mezin ên werzişî bidest xistin e. Bandora vê yekê li mirovê / civata Kurd ger tu ji me şîrove bike?

‘’.. Belê DalKurd derket asta her mezin ya futbola  Swêdê. DalKurd bu pêşpazeki Allsvenskan. Ew rewş bandorke mezin li xortê Kurd kir. Lê çi bu? Kî li wê buyera mezin xwedi derket. Kî ji wê hestên netewi istifade kir. Ez bêjim ne tu kesî. Hezar car mixabin ku serkeftin û serfiraziya DalKurd bi dest xist bala desthilatarên Kurdan nekişand! Her kes di xewa şêrin de ma. Çima? Belam ku desthilatdarên Kurdan ne sosyal in. Baweriya wan bi kar û barên werzişê nayê. Hal buki, tiştê ku DalKurd bi destxistibu, heya iro, tu parti û rexistinê Kurdan bidest nexisti bu. DalKurd gaveke din dikaribu bibuna endamê pêşpaziyên UEFA yê. Ew rewş tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku Kurd dibun emdamê UEFA yê. Kurd dibûn, actorê esli yê Avrupayê.

Belam aqilê siyasetmedarê Kurd tenê bi siyasetê ve girêdaye, loma ew derfeta mezin nehat ditin. Çi bû? DalKurd tekçû. DalKurd ji asta Allsvenskanê daket asta Superettanê. Ne hevceyi dirêj kirina gotinê ye. Tu musteqeki çi bi ew tê serê te.

Di rêkxistina sporê de – ligor derfetan, şaştiyên tu dibîne çi ne, dive xebatek çawa bê lidarxistin?

‘’.. Werziş kareki ciddiye. Diviyê fikreki gelek bawermend li ser vî karî be. Ne hevceye ku ez bahsa karên bingehin bikim. Helbet bê şik diviyê ku di ware werzişê de karên bingehin, heman destbê kirin. Em pir dereng mane. Her cureyê werzişê bibe xwedi saziyekê. Werzişvan û rahinêrên wan bêne perwerdekirin. Ew kar weke kareki dewleti bê fêmkirin.

Rewşa DalKurd hê jî ne pir xerabe. Diviye ku Kurd alikariya rêvebiriya DalKurd bikin da ku sala bê DalKurd disa derkeve asta Allsvenskan. Ew pir giringe. Bi butçeyeke biçûk astengê DalKurd hemi çareser dibin. Bi alikariya we ez bangi desthilatdariya Başur dikim. Ez di bextê we de me, alikari bidin DalKurd. Ku DalKurd di asta Allsvenskan de du sala xwe bigire ew ê bibe numuneyeke pir mezin.

Medya / Ragihandin a Kurd, wekî pêwîst rola xwe di aktuelkirina sporê de, nasandina sporê de dibîne? Ger – Na! Ligor baweriya te, divê çi bê kirin?

‘’.. Medyaya Kurdi mixabin ji siyasetmedar û desthilatdariya Kurdan bêtir ji werzişê dur e. Nexasim Medya ya Başur, qet bala xwe nade ser werzişa Kurdi. Ew ji serê sibê heya êvarê bahsa , Barselona, Juventus, Man-Unid dikin lê yek ji wan bahsa DalKurd nakin. Ew mêjiyeki ecêbe? Çima wuhaye ez ji nizanim. Ku wuha dikin çi dikeve destê wan ez nizanim.

Demildest, diviyê her medyaya Kurdi, ji bo nasandina werzişa Kurdi pisporeki amade bikin û her dem ew pispor bahsa werzişa Kurdi bikin di ekran an kuncikê xwe de. Gava bahsa werzişa Kurdi bikin ew werziş dibe berra. Ew werziş, pêşve dikeve. Tu çi qas bahsa Barselona biki wê nifşê nû ew qas hewla xwe bidin ser Barselona. Heman tişt, Ku ew çi qas bahsa DalKurd an Amedspor bikin wê bala nifşên nû li ser wan timê Kurdi be. Ew mesele wuhaye.

Pirsek taybet, lê herweha di mêjiyê gelek kesan de. Dalkurd dikare (ji Kurdistanê re), rolek wekî ya Barcelona (ji Katalonya re) bibîne?

Helbet dikarê. DalKurd dikare bibe tima netewi ya Kurdistanê. Mesele xwedilêderketina DalKurdê. Ku DalKurd di Allsvenskanê de bibe şampiyon, wê bibe endamê liga şampiyonan. Gava ku DalKurd di pêşpaziya liga şampiyona da bileyise, ew buyer wê mesela Kurd û Kurdistanê aktüeltir bike. Werziş, pir popular ê. Pir xwedi prestij e û ji bo her cureyê neteweki gelek derfetan ava dike.