Armanca HDP û AKPê bidestxistina şaredariyên Diyarbekirê ye

Li Bakurê Kurdistanê, bi aşkerekirina namzedan, xebatên Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî rojevê gerim dikin.

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, bi aşkerekirina namzedan, xebatên Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî rojevê gerim dikin. Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piraniya namzedên bajarên bakûr aşkera kirin. Piştî AK Partiyê, HDP'ê jî namzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê aşkera kirin. Li gorî namzedên HDP'ê; ji ber tayînkirina qeyûman dê li bajêr bi rêjeyeke zêde dengan bigirin lê belê namzedên AK Partiyê jî dibêjin; dê vê carê welatî dengên xwe ne li gorî îdeolojiyê; li gorî xizmetên ku hatine kirin bidin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, partiyên siyasî yek bi yek namzedên xwe aşkera dikin. HDP'ê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli û sendîkavan Hulya Alokmen Uyanik nîşan da. HDP Diyarbekirê wekî qeleyê xwe dinirxîne û dixwaze ku bir rêjeyeke zêde ya dengan, bersiva tayînkirina qeyûmî bide. Namzeda Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Hulya Alokmen Uyanik, bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û bi salan li Diyarbekirê di nav rêxistinên civaka sivîl de cih girtiye. Li gorî Hulya Alokmen Uyanik dibêje; qeyûm qala xizmetan dikin lê ji ber kiriyarên nehiqûqî dê siyaseta tayînkirina qeyûman bi bin bikeve.

Hulya Alokmen Uyanik ji K24ê re got: "Bi rastî hilbijartineke giran li pêşiya me ye. Ji ber ku beriya 3 salan şaredarên me bi zordarî hatin girtin. Armanca me ew e ku em rêjeya dengên xwe zêde bikin, bi gel re eleqedar bibin, qala projeyên xwe bikin. Em ê mal bi mal bigerin û xwe bigihînin kesên ku wekî me nafirkirin jî."

Li Diyarbekirê di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 2009'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi Osman Baydemîr ji %65,6'ê dengan; AK Partiyê jî wê demê bi Kutbettîn Arzû ji %31,3'ê dengan girtibû. Piştî Osman Baydemîr di hilbijartinên 2014'an de Partiya Demokrasî û Aştiyê BDP'ê bi Gultan Kişanak'ê ji %55,1, AK Partiyê jî bi Galîp Ensarîoglu ji %35'ê dengan girtibû. Namzedên AK Partiyê encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî dinirxînin û dibêjin namzed û xizmet tercîha dengdêran diguherîne. Namzedê AK Partiyê yê navçeya navendî Peyasê Cewdet Nasiranli ye. Nasiranli parêzer û karsaz e. Li gorî daxuyaniyên Nasiranli, di hilbijartinên 2014'an de li navçeya Peyasê HDP'ê 25 hezar deng ji AK Partiyê zêdetir girtibûn lê vê carê wê ji ber xizmetên ku hatin kirin, AK Partî dê Peyasê bi dest bixe.

Cewdet Nasiranli dibêje: "Ev 17 sal in ku şaredarî di destê HDP'ê de bûn. Xizmeta ku HDP'ê dikir li ber çavan e; ew xizmet îdeolojîk bû. Di şaredarvaniyê de îdeolojî nabe, şaredarvanî ji bo xizmetê heye. Gelê me xwe xwedî wijdan e, rastiyê dibîne. Feraseta wan fireh e. Em di wê baweriyê de ne ku dê dengên xwe bidin rastiyê."

Li gorî encamêm hilbijartina herî dawî ango Hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an, li Diyarbekirê HDP'ê 46 puanan ji AK Partiyê zêdetir deng bi dest xistibûn. Li gorî encamên Hilbijartina 2014'an jî di navbera AK Partî û HDP'ê de 20 puan ferq hebû. Bi gotineke din; di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî de ferqa navbera HDP û AK Partiyê, li gorî hilbijartinên giştî kêm dibe. Ya tê mereqkirin ew e ku di Hilbijartinên 31'ê Adarê de dê îdeolojî, profîla namzed û xizmetguzarî bandoreke çawa li tercîha dendêran bike.