Erdogan : Em dê Herêma Ewle dirust bikin

Erdogan got, Hevpeyman û Netewên Yekgirtî nikarin vê navçeyê ava bikin û tenê hêza Tirkiyê ji bo vê heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, ew bibiryar in ne tenê li Minbicê, Rojhelatê Feratê jî PKK û YPG nehêlin û eger dinav çend mehan de herêmeke aram neye dirustkirin, ewê dirust bikin û amade ne baca vê jî bidin. Erdogan got, Hevpeyman û Netewên Yekgirtî nikarin vê navçeyê ava bikin û tenê hêza Tirkiyê ji bo vê heye.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê anî ziman:

"… Yên bi salan in gotin e ewê Minbicê ji terorîstan paqij bikin, hêvîdar im, sozên xwe yên dawî bicîh bînin. Ne tenê ew, em bibiryar in li Rojhelatê Feratê jî hemû terorîstên YPG û PKK  nehêlin. Heta hetayê jî em nikarin li benda bicîhanîna sozan bimînin.

Ne ji bo parastina terorîstan, ji bo parastinaTirkiye divê herêmek ewle, herêmeke tampon were sazkirin. Divê ev herêma ewle, di nav çend mehan de were sazkirin, eger nebû emê dirust bikin.Ji hevpeymanên xwe tenê daxwaza piştevaniya lojîstîkî dikin.

Navê hevpeymaniya navnetewî heye, lê ew bixwe nîne û nikare gelê Sûriyê ji sitemên rejîm û rêxistinên terorê biparêze. Em nahêlin yên li tenişta terorîstan cîh digrin, herêma ewle dirust bikin.

Diyar e, Netewên Yekgirtî jî nikare vê tiştê bike. Li ser sînorên Sûriyê tenê Tirkiye dikare aramî û ewlehiya vê navçeyê biparêze.

Ji derveyî vê, deriyê Tirkiyê ji bo hemû pêşniyazên çareseriyê girtî ye. Eger baceke vê helwesta birûmet hebe, em amade ne vê bacê jî bidin."

 

 

C.B