YNK dê liser pêkanîna hukimeta Kurdistanê civînê bike

Sibe Mekteba Siyasî ya Yekîtî dicive û gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê gengeşe dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Sibe Mekteba Siyasî ya Yekîtî dicive û gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê gengeşe dike.

Endamê Desteya Kargêr a Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Qadir Hemecan ji medya Partiya xwe re ragihand,  Mekteba Siyasî ya Yekîtî bi serpereştiya Cîgirê  Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiyê Kûsret Resûl dicive.

Qadir Hemecan ragihand jî, di civînê de dê gavên pêkanîna hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê, guhertin û pêşhateyên rewşa Kerkûkê û proseya siyasî li Iraqê dê werin behs kirin. Herweha siyaseta Yekîtî û danûstandinên di navbera aliyên siyasî de, dê tewereke din a civînê be.

 

 

C.B