Leyla Guven hat azadkirin lê dê li mal jî di grevê de be

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevserok Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 79'emîn roja greva birçîbûnê de hat azadkirin. Guven'ê amaje kir ku, heta ku goşegiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê li mal jî di greva birçîbûnê de be.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevserok Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 79'emîn roja greva birçîbûnê de hat azadkirin. Guven'ê amaje kir ku, heta ku goşegiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê li mal jî di greva birçîbûnê de be.

Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî saleke zindanîkirî bi mercê dernekeve ji derveyê welat ji girtigehê hat azadkirin. Guven, bi daxwaza rakirina goşegiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 79 roj bûn ku di girtîgehê de di greva birçîbûnê de bû. Leyla Guven ji ber xirabûna rewşa tendûrîstiya xwe nekarî beşdarî rûniştina dozê bibe. Parêzer û parlementerên HDP'ê jî beşdarî rûniştina doza nebûn.  Ji Fransa, Almanya û Siwêdê jî parlementer û siyasetmedar ji bo piştgiriya Leyla Guvenê hatin ber derê dadgehê. 

Dozgerê dozê ji dadrês daxwaz kir ku Leyla Guven girtî bimîne, lê dadrês daxuyand ku hemû delîlên derbarê doza Guvenê de hatine berhevkirin û biryara azadkirina wê da. Qîza Leyla Guven'ê Sabîha Temîzkanê di dema ku hevpeyvînek dida Kurdistan24'ê ji parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Salîha Aydenîz'ê biryara azadkirina dayîka xwe bihîst.

Keça Leyla Guven'ê Sabîha Temîzkan ji K24ê re got: "Ez û dayîka xwe em wekî du hevalan bi hev û din re mezin bûn. Em dizanin dayîka me gelek ji me hez dike û ji me xemgîn dibe.  Ev demeke dirêj bû ku em li hêviya vê biryarê bûn. Birayareke rast bû. Ez gelekî bextewar im."

Piştî ku biryara azadkirina Leyla Guvenê hat dayîn, hevseroka HDP'ê Perwîn Buldan û parlementerên HDP û siyasetmedarên biyanî derbasî ber derê Girtîgeha bi tîpa E ya Diyarbekirê bûn. Piştî ku biryara dadgehê giheşt rêveberiya Girtîgehê, di bin çavdêriya tîmên saxlemiyê de Leyla Guven bi ambulansê ji bo malê wê hat veguhestin. Li gorî nirxandina Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, pêwîst e ku ji bo aramiyê daxwazên Leyla Guven û hemû girtiyan di greva birçîbûnê de ne werin bicihanîn.

Parlementera HDPê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji K24ê re wiha axivî: "Ne tenê bûyera Leyla Guven, bi rastî kî li hember vê desthilatdarê muxalîf be û kî bi perspektîfeke din muxalefetê bike bi hiqûqê nêzîkî wan nabin."

Leyla Guven hem ji ber parvekirinên xwe yên derbarê êrişên lis er Efrînê him jî ji ber lêpirsina li ser damezrandina Kogreya Civaka Demokratîk KCD'ê di 31'ê Çileya 2019'an hatibû girtin. Li gorî nirxandina Parêzerê Leyla Guven'ê Şivan Cemîl Ozen, Leyla Guven ne ji ber parlevkirinên derbarê Efrînê de hatibû girtin, ji ber doza derbarê damezrandina KCD'ê de hatibû girtin û her dîsa di wê çarçoveyê de hat azadkirin.

Parêzerê Leyla Guven Şivan Cemîl Ozen got: "Ji ber parvekirinên li ser Efrînê de derbarê Leyla Guvenê de lêpirsin hatibû vekirin.  Lê birêz Leyla Guven ji ber lêpirsîna derbarê damezrandina Kongreya Civaka Demokratîk de hatibû girtin. Bi hinceta ku rêxistin damezrandiye û bûye rêveberê rêxistinê ev doz hatibû vekirin. Piştî daxuyaniyên li ser Efrînê hat girtin.  Ji ber ku hemû delîl hatine berhevkirin diviya bû ku muwekîla me ji zû ve bihata azadkirin." 

Li gorî zanyariyên ku ji malbata Leyla Guven hatine girtin, dê ji ber rewşa tendûrîstiya wê li mal mêvanan qebûl nekin û kesên ku bixwazin serdana Guvenê bikin  dê biçin avahiyê KCD'ê.  Leyla Guven dê li mala xwe greva birçîbûnê berdewam bike. Guven dermankirina bizîşkî red dike û dibêje; heta daxwazên min neyên bicihanîn dê dest ji greva birçîbûnê berendim. Heta niha jî ji ber derbarê bicihanîna daxwazên Leyla Guvenê de ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve tu daxuyanî nehatine belavkirin.