Serkirdeyekî Heşda Şeibî daxwaza derxistina hêzên Amerîkî dike

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ragihand, ti pêwîstiya Iraqê bi hêzên Amerîkî nîn e û divê ji wî welatî derkevin û got: “Tevahiya planên Amerîka li Iraqê hatin şikandin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ragihand, ti pêwîstiya Iraqê bi hêzên Amerîkî nîn e û divê ji wî welatî derkevin û got: “Tevahiya planên Amerîka li Iraqê hatin şikandin.”

Serokê Hevpeymaniya Fetih a Iraqî û Sekreterê Giştî yê rêxistina Bedir a Heşda Şeibî Hadî Amirî di hevdîtina ligel Encûmena Bilind a Yekîtiya Radyo û Tilfizyonên Îslamî de ragihand, “Planên Amerîka li Iraqê têk çûn û amrazên Amerîka nekarîn wan planan bicih bikin.”

Got jî: “Di qonaxa bê de karê me ew e, heybeta dewletê û pêgeha Iraqê di nava navçê û cîhanê de vegerînin.”

Ev daxuyaniya Amirî di demekê de ye, beşek mezin ji aliyên Şîeyên Iraqê dest bi hewl derxistina hêzên biyanî ji Iraqê dikin û bo vê mebestê bi niyaz in projeyasayekê bidin serokatiya Parlemantoya Iraqê.

 

S. B