Mesrûr Barzanî: Kiristiyanî beşek ji gelê Kurdistanê ne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Patriyakê Antakya û Serokê Dêra Suryaniyên Ortodoks li cîhanê û şanda pê re kir û di hevdîtinekê de ragihand, ji nîgeraniyên pêkhateya Kiristiyanan li navçeyên din ên Iraqê têdigihin, lê ji vê rewangehê ve alîkarî û piştevaniya me ji Kiristiyaniyan re berdewam dibin.

K24  - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeka Kiristiyanî-Ortodoks bi serokatiya Patriyakê Antakya û Serokê Dêra Suryaniyên Ortodoks, Mar Agintiyos kir. Di nav şanda wî de çend Metranên Suryaniyên Kurdistan û Iraqê jî hebûn.

Di civînê de şanda mêvan spasiya Kurdistanê kir bûye cihê hewandina Kiristiyanên ku ji ber şer koçber bûne. Her wiha pêwendiyên dîrokî yên Kurdan û Kiristiyanan û çanda pêkvejiyana aştiyane ya li Kurdistanê hat axaftin.

Mesrûr Barzanî ji şanda mêvan re got ku gelê Kurd şanaziyê bi pêwendiyên xwe yên dîrokî ligel Kiristiyanan dike û vê yekê wek xaleka bihêz dibîne û ragihand, ew ji fikar û nîgeraniyên Mesîhiyên li deverên din yên Iraqê fam dikin ji ber wê jî dê li ser alîkarîkirin û piştevanîkirina Kiristiyanan berdewam bin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê şanda mêvan piştrast kir û got, Kiristiyanî beşek ji gelê Kurdistanê ne ji ber wê jî gelê kurd, bi ti awayekî pişta Kiristiyanan bernade çimkî Kurd hurmeta hizra cuda û netewên cuda digirin.

Mesrûr Barzanî ji Kiristiyanan xwast ku Kurdistanê welatê xwe bibînin û koçberî welatekî din nebin.

S. B