Serok Barzanî û Şahê Urdinê civiyan

Ajansa nûçeyên fermî ya Urdinê belav kir ku, duhî Yekşemê Şah Ebdulahê Duyem Şah Ebdulahê Duyem li koşka El Huseyîniye pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa nûçeyên fermî ya Urdinê belav kir ku, duhî Yekşemê Şah Ebdulahê Duyem Şah Ebdulahê Duyem li koşka El Huseyîniye pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî kir.

Li gor zanyariyên ajansê di civînê de Mîr Feysel kurê Husên amade bû, her du aliyan pêwendiyên dualî û çawaniya pêşxistina zêdetir ji hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de gotûbêj kirin.

Di civînê de Şah Ebdulahê Duyem tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo aramî û ewlehiya Iraqê kir herwiha Helwesta Ûrdin a piştevaniya Iraqê ya bo siberojeke geş hêviya .

Duhî Yekşemê li ser vexwandina fermî ya Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem, Serok Barzanî tevî şandekê bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Urdinê.

 

S. B