Tirkiye: Yildirim, dest ji Serokatiya Parlementoyê berdide

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Binalî Yildirim ku namzetê şaredariya Stenbolê ye dibêje, dema bi fermî serlêdana namzetiyê bike, dest ji postê serokê parlamentoyê berdide

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Binalî Yildirim ku namzetê şaredariya Stenbolê ye dibêje, dema bi fermî serlêdana namzetiyê bike, dest ji postê serokê parlamentoyê berdide.

Binalî Yildirim beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û da xuyakirin, wî biryar da ye ku dest ji postê Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê berde.

Da zanîn, dema bi fermî bo namzetiya şaredariya Stenbolê AK Partî wî destnîşan bike, ewê dest ji postê serokatiya parlamentoyê vekişe.

Dema Binalî Yildirim ji hêla AK Partiyê wek namzetê şaredariya Stenbolê hat destnîşankirin, dest ji postê serokatiya parlamentoya berneda û ev helwest di nav partiyên siyasî de bû bû mijara nîqaşan.

 

 

 

C.B