Nêçîrvan Barzanî û şandeke Yekîtiya Ewropa pirsa terorê guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ewropa bo karûbarên siyasî Jean Christophe, Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blecua û Seroka Nivîsgeha Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Clarice Pastore û şanda pê re kir.
Li gor malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdisatanê, di hevdîtinekê de, şanda mêvan xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê derbirî û destxweşî li guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê kir. Herwiha hewlên Herêma Kurdistanê ya hewandin û parastina hejmarek mezin ji koçber û penaberên destê terorê bilind nirxand û amadehiya xwe bo piştevanya Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de û bihêztirkirina pêwendiyên dualî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wê serdan û hevkariyên mirovî û leşkerî yên welatên Yekîtiya Ewropa bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya berdewamiyê hevkariyan xwast. Herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya girîngîpêdana bi pêwendiyên dualî bi welatên Yekîtiya Ewropî re di warên cuda tekez kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, çend babetên girêdayê bi rewşa Iraq, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên serîhildana terorê û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bo rêgirtina li van metirsiyan û guftûgoyên aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behskirin.
Guftûgokirina rewşa navçê, Rojhilata Navîn û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên derdorê re aliyekî din a hevdîtinê bûn.
S. B