Serok Barzanî nîgeraniya xwe ji rewşa Rojavayê Kurdistanê gihand Yekîtiya Ewropa

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Ewropî kir û nîgeraniyên xwe yên di derbarê paşaroja Kurd li Sûriyê û nêrîn û pêşniyarên di derbarê çawaniya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li Sûriyê û pêşhatên nû bi şanda mêvan ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Ewropî kir û nîgeraniyên xwe yên di derbarê paşaroja Kurd li Sûriyê û nêrîn û pêşniyarên di derbarê çawaniya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li Sûriyê û pêşhatên nû bi şanda mêvan ragihand.

Li gor Malpera Fermî ya Serok Barzanî, “Roja çarşem 30.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Yekîtiya Ewropa kir ku ji Jan Krîstov Bêlard Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî û Ramon Blîko Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê û Klarîs Pasorî Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê pêk hatibûn.”

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Serok Barzanî ya li proseya siyasî ya Iraqê, wê yekê xisterû ku keşêkî erênî li navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û ji bo Yekîtiya Ewropa aramiya Herêma Kurdistanê û baştirbûna peywendiyên wan yên li gel Bexda gelek girîng e.

Di derbarê hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî ragihand, Herêma Kurdistanê li ser rêyekî dirust hengavan diavêje û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bibê mînakek ji bo cihên dinê navçeya Rojhilata Navîn. Tekez jî li wê yekê kir ku Yekîtiya Ewropa amade ye ji bo yarmetîdan û hevkarî û şêwirîn û pêdana rawêjê bi Herêma Kurdistanê ya di warên kargêrî û çaksazî û darayî de.

Gefên terorê li ser asayîşa navçeyê mijareke din ê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qurbanîdana xelkê Kurdistanê li şerê terorê de wê yekê dûpatkir ku ewe Pêşmerge bû ku bi qehremanî û cangorî efsaneya DAIŞê şikand. Ragihand ku DAIŞ li rûyê serbaziyê ve têkşika ye, lê belê metirsiyên wê yên li Iraq û Sûriyê her mane.

di beşeke din a vê hevdîtinê de ronahî xiste li ser rewşa Sûriye û paşaroja gelê Kurd li wî welatî û Serok Barzanî nîgeraniyên xwe yên di derbarê paşaroja Kurd û her wiha nêrîn û pêşniyarên di derbarê çawayiya çareserkirina kêşeyên gelê Kurd li Sûriye û pêşhatên nû bi şanda mîhvan ragihand.

 

S. B