PDK dê ligel Komel, Yekgirtû û Partiya Komunîst bicive

Şanda bilind a Partî digel Komel, Yekgirtû û Partiya Komunist dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda bilind a Partî digel Komel, Yekgirtû û Partiya Komunist dicive.

Çavkaniyekê ji Kurdistan24 re ragehand, biryar e sibe Pêncşemiyê, şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê digel her yek ji Komel a Islamî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Islamî ya Kurdistanê û Partiya Komunist a Kurdistanê bicive.

Herweha Kurdistan24 zaniye, ku biryar e di wan civînan de, şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê digel wan her sê aliyan, dê pêwendiyên di navbeyna wan û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê gengeşe bike.

 

 

 

C.B