Îmarat Erebî li dijî herêma ewle ye û piştevaniya Kurd dike

Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qirqaş dibêje, Îmarata Erebî avakirina herêma bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê red dike. Herwiha Qirqaş daxwaza parastina Kurd di çarçoveya yekperçeyîya Sûriyê de jî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qirqaş dibêje, Îmarata Erebî avakirina herêma bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê red dike. Herwiha Qirqaş daxwaza parastina Kurd di çarçoveya yekperçeyîya Sûriyê de jî kir.

Enwer Qirqaş di hevpeyvînekê ligel kenala “alhurra” re ragihand, Îmarata Erebî avakirina herêma bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê red dike.

Got jî: “Îmarat rewatiyê nade hebûneke dewleteke ne Erebî li ser xaka welatekî Erebî. Ev helwesta Îmaratê ji hebûna Tirkiyê li bakurê Iraqê ye jî. Herwiha Îmarat hebûna hêzeke Îranî li Iraq û Sûriyê jî red dike. Ev helwesta Îmaratê derbarê hebûna Tirkiyê de jî.”

Wezîrê Îmaratî dibêje: “Em piştevaniya Kurdan dikin. Kurdan qurbaniyên mezin di şerê li dijî DAIŞê dan, ji ber wê divê Kurd di çarçova yekperçeyîya Sûriyê de bên parastin.”

Herwiha got: “Nîgeraniyeke rastî ji gefên Tirkiyê heye, ev nîgeranî li cem me û li cem Washingtonê heye, ji ber wê divê gavine zelal ji bo parastina Kurd bên avêtin.”

Li ser vekirina Balyozxaneya Îmaratê li Şamê got: “Danîna pêwendiyan bi Şamê re tiştek e û helwesta siyasî tiştekî din e, vekirina Balyozxaneyê awayekî ji pêwendiyan e. Lê helwesta me ya siyasî ew e, em piştevaniya danûstandinên Cenêvê, civîna komîta destûrî û dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê dikin.”

Got jî: “Ti bandoreke me li Sûriyê nîn e, birîna pêwendiyan ji sala 2011an ve, hîşt dengên Erebî piştguh bibin û welatên herêmê destêwedana krîza Sûriyê bikin.”

Amaje bi wê jî kir, “Hebûna hêzeke Erebî li welatekî Erebî girîng e, ji ber ku nebûna hêzeke Erebî ziyana wê ji nebûna wê zêdetir e, wek ezmûna Iraqê.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Îmaratî piştî wê yekê tê, Pêgeha “Debka” a nêzîkî hewalgîriya Îsraîlê di destpêka îsal de belav kir, Serokê Amerîka Donald Trump bi Cihnişînê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid û Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî re di pêwendiyê de ye ji bo şadina hêzên wan her du welatan bo bajarê Minbicê.

Herwiha, rojnameya “Gaurdian“ a Brîtanî 30 meha Berçileya 2018an belav kir, şandeke leşkerî ya Misrî û Îmaratî serdana Minbicê kir û bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiyan.

Ji aliyê xwe ve, ajansa “Anadolu” jî diyar kiribû, hatina hêzên Siûdî û Îmaratî bo bakur û rojhilatê Sûriyê bi armanca damezrandina “Pasewanên sînor” li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ye.

 

S. B