FKKB êrîşa li ser Nûnertîya Hukumeta Herêma Kurdistanê li Brukselê şermezar kir

Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Beneluks (FKKB) êrîşîkirina li ser Nûnertîya Hukumeta Herêma Kurdistanê li Brukselê û daxistina ala Kurdistanê şermezar kir û peyama ji raya giştî re belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Beneluks (FKKB) êrîşîkirina li ser Nûnertîya Hukumeta Herêma Kurdistanê li Brukselê û daxistina ala Kurdistanê şermezar kir û peyama ji raya giştî re belav kir.

Peyama FKKB ya ji raya giştî re wiha heye:

Em êrîşkirina ser Nûnertîya Hukumeta Herêma Kurdistanê û daxistina Alaya Kurdistanê li Brukselê bi dijwarî şermezar dikin.

Çend Kurdên xwe nenas di 29-01-2019 an de, li Paytextê Belçîka li Brukselê bi keviran êrîşê Nûnerîya Hukumeta Herêma Kurdistanê kirin û Alaya Kurdistanê ji ser sitûna ber avayîyê daxistin xwarê! Êrîşkirina ser Nûnerîya Hukumeta Herêma Kurdistanê û Alaya Kurdistanê xwe ser hovîtîyek mezin e û xizmetkarîya Dewletên Mêtinkarane ku ew ALAYA PÎROZ û Hukumeta Herêma Kurdistanê kelema çavên wan e.

Lê gava ev êrîşkarê ji alîyên kurdên xwenenas ve bê kirin ev xwelîserîyek û şermezarîyek bê hempa ye. Nerazîbûn û rexnegirtin li Hukumeta Herêma Kurdistanê û xwepêşandan li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê kiryarek rewa ye, lê êrîşkarîya ser nûnerî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê û pîrozbayîyên neteweyîya Kurdistanê karê dijminan û nokerên wanin. Ji ber vê jî eger çi dibe bira bibe êrîşkarîyên ser pîrozbayîyên Kurdistan nayê pejirandin.

Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Beneluksê vê bûyera kirêt bi dijwarî şermezar dikin. Her weha em gazî her Kurdekî welatperwer dikin ku li hember bûyerên weha kirêt bêdeng nemînin ku rê li ber kesên xizmetkarên dijminan û kiryarên wan xweş nebe.

Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Beneluks (FKKB)

30-01-2019