PDK ligel Komel, Yekgirtû û Partiya Komunist civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê ligel her yek ji Yekgirtû, Komel a Islamî û Partiya Komunist civiya.
Îro şandek bilind a Partî, li Hewlêrê serdana Komel a Islamî ya Kurdistanê kir û digel Elî Bapîr - Emîrê wê Partiyê civiya. Piştre şand a Partî serdana Yekgirtû ya Islamî ya Kurdistanê kir û digel Emîndarê Giştî yê wê Partiyê civiya. Şand a danûstandkar a Partî digel Partiya Komunist a Kurdistanê jî civiya.
Piştî civîna Partî û Komel a Islamî, Sekretêrê Mekteba Siyasî ya Partî Fadil Mîranî ragihand, divê hemû alî hizir li wê yekê bikin, ku ew a nehatiye krin, di siberojê de bikin. Got jî, dabînkirina ewlehiyê û baştirkirina jiyana welatiyan, ji ewlewiyatên karên Partî ye. Balkişand ser wê yekê jî, pêwîst e hemû alî kar bo çareserkirina pirsgirêkan bikin.
C.B