Yunanistan li Kurdistanê, Konsûlxaneya xwe vedike

Parêzgariya Hewlêrê ji aliyê xwe ve ragihand ku, nûneratiya Yunanistanê li herêma Kurdistanê, dibe Konsûlxaneya Yunanistanê li herêma Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsûlê Yunanistanê li Hewlêrê Efthymios Costopoulos seredana Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî kir û diyarkir, ku avahiya Konsûliya Yunanistanê li herêma Kurdistanê di demek nêzîk de tê vekirin.

Parêzgariya Hewlêrê ji aliyê xwe ve ragihand ku, nûneratiya Yunanistanê li herêma Kurdistanê, dibe Konsûlxaneya Yunanistanê li herêma Kurdistanê.

Efthymios Costopoulos destnîşankir, Yunanistan dixwaze pêwendiyên xwe ligel herêma Kurdistanê berferehtir bike û ew bi xwe şanaz e ku li Kurdistanê ye. Pêşkeftin û ewlehiya Hewlêrê bi nimûneyî binav kir.

Efthymios Costopoulos herweha vekirina Konsûlxaneya Yunanistanê wekî nîşanek pêşkeftina pêwendiyên Kurdistan û Yunanistanê pênase kir û bawer dike, dê pêwendiyên aborî û geştyariyê di navbeyna Atîna û Hewlêrê de dê zêdetir pêşbikevin.

Li paytexta Kurdistanê 40 welat xwedî Konsûlxane û Nûneratiyan in.

 

 

C.B