Ewrûpa dixwaze bare Îranê sivik bike, lê Amerîka rê nade
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi mebesta bêbandorkirina dorpêçên Amerîka li ser Komara Îslamî ya Îranê û berdewamiya bazirganiya kompaniyên Ewropî digel wî welatî, 3 welatên Ewropî sîstemek darayî taybet bi xwe ava kirin.
Tehran pêşwaziyê li wê gavê dike û Amerîka jî dibêje, ev gav dê bandorê li kêmkirina guvaşên ser Îranê neke.
Piştî hilweşandina “Rêkeftina Atomî” ligel Îranê, Amerika herweha dorpêçên berfereh liser Îranê sepandin. Ev yek bûye egera aloziyên aborî li Îranê. Ji aliyê xwe ve Tehran ligel çendîn welatên Ewrûpa di hewlê de ye, bi “vejandina rêkeftina atomî” dorpêçan lawaz bike…
C.B