Serokomarî: “Amerika divê têbighe gavên dijî Tirkiye, ne di berjewendiya wê de ne”
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomariya Tirkiyê radigihîne: Divê Amerîka têbigihe ko gavên dijî Tirkiyê, ne di berjewendiya wê de ye.
Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun dibêje: divê Amerîka guh bide hêvî û daxwazên Tirkiyê û gavên dijî Tirkiyê neavêje.
Encamên gavên dijî Tirkiyê ji bo Amerîkayê girantir e ji encamên cîbicîkirina daxwazên Tirkiyê. Ger li Suriyeyê daxwazên Tirkiyeyê neyên cîbecîkirin, ew dê bi serê xwe tevbigerin û li hemberî Amerîkayê bêbedîl nîn in.
Ligor pisporan bi taybetî di derbarê siyaseta liser Sûriye de, Waşington û Enqere xwedî helwêstên cuda ne û ev yek dikare bibe egera dûrketina her du welatan.
C.B