Silêman Oso: Em li gel pêkanîna Herêma Ewle bi çavnêriya navneteweyî ne
K24-Navenda Nûçeyan
Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanê – Sûriye Silêman Oso ji Kurdistan24 re diyarkir: “Gengeşekirina rewşa rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê di qada navneteweyî de hîn bi awayek berçav zelal nebûye. Amerika û Ewrûpa diyar e liser wê yekê radiwestin, ku gefên hemberî rojavayê Kurdistanê nikaribin pêk werin, bi taybetî gefên Tirkiye yên hemberî rojhilatê Firatê”.
Oso herweha destnîşankir, ku: “Hîn ji destpêka Krîza Sûriye, fikr û hewldanên me jî ew bûn, ku herema ewle li deverên me li rojavayê Kurdistanê pêk were. Milletê me were parastin, hem ji rejîmê, hem jî ji hêzên terorî, ku bûn belayên cîhanê“.
Liser hin hewldan û daxûyaniyên berpirsên Amerika û Ewrûpa, Silêman Oso anî ziman, ku: “Em wekî ENKS jî, wekî PYK – Sûriye ligel pêkanîna devera ewle bi çavnêriya navneteweyî ne. me wekî ENKS dengên xwe gihandine Amerika, welatên Ewrûpa û welatên Erebî jî. Em dixwazin Rêvebiriya rojavayê Kurdistanê nûneratiya aliyên Kurd, kêmneteweyên din jî bike. Hêza wê ya serbazî jî, bikaribe xwedî nûneratiyek giştî be. Pêşmergeyên Roj bikaribin liser xaka welatê xwe – gel û welatê xwe biparêzin. Ev sekna me ji aliyên avneteweyî re hatiye zelalkirin“…