Nêçîrvan Barzanî: Ji bo destkeft û berjewendiyên Kurdistanê, divê em yek bin

Serokwezîrê hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî helkefta bibîranîna şehîdên 1ê Sibatê ya 2005an li paytext Hewlêrê bû

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî helkefta bibîranîna şehîdên 1ê Sibatê ya 2005an li paytext Hewlêrê bû.

Serokwezîr di gotara xwe ya bi egera 1ê Sibatê de, ku navendên Partiya Demokrat a Kurdistanê û yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kirin armanc û 101 şehîd bi ber ketin de, diyarkir: “1ê Sibatê ne rojek asayî ye. Roja ku xwîna Pêşmergeyên PDK û YNK, birêvebirên PDK û YNK bûn yek e. Di rojên dijwar de, ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê em her yek bere bûn”.

Barzanî herweha anî ziman: “1ê Sibatê ev rastî jî raxist ber çavan. Dijmin cudahiya naxe navbeyna me. Di heman demê de, li hemberî me hemûyan dijminahiyê dike. Ji bo destkeft û berjewendiyên Kurdistanê jî, divê em yek bin”.

 

 

C.B