Şanda Rûsya liser Destûra Nû ya Sûriye seredana Enqere kir

Ji bo gengeşekirina destbikarbûn a Komîteya Destûri ya Sûriyê, Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê seredana Tirkiyê kir

K24-Navenda Nûçeyan

Ji bo gengeşekirina destbikarbûn a Komîteya Destûri ya Sûriyê, Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê seredana Tirkiyê kir.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand, şandek Rûsî bi serokatiya Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Vershinin li Enqerê digel şandek Tirkiyê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Sedat Onal re, rewşa dawî ya Sûriyê, pêşxistina proseya siyasî li wî welatî û destbikarbûn a karê Komîta Destûrî di nêzîktirîn dem de, ji bo çareserkirina Krîza Sûriyê gengeşe kirin e.

Berya niha jî Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihandibû, dê di naverasta vê mehê de gereke din a danûstandinên Astana di navbera serkirdeyên Rûsya, Tirkiye û Îranê de birêve biçe.

 

 

C.B