Heşda Şeibî rê li hêzeke Amerîkî digirin

Fermandeyekî bilind ê Heşda Şeibî ragihand, hêzên wan rê neda hêzeke Amerîkî li navçeyekî bajarê Mûsilê li nav kolanên wê bigerin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandeyekî bilind ê Heşda Şeibî ragihand, hêzên wan rê neda hêzeke Amerîkî li navçeyekî bajarê Mûsilê li nav kolanên wê bigerin.

Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Hacî Rezwan El-Inizî di wê derbarê de dibêje, ew karê Amerîkî bi îstifzazî û bi qest dibînin, vê yekê hîşt Heşda Şeibî rê li derbasbûna Amerîkiyan bigirin û rasterast wan hişyar bikin.

El-Inizî tekez kir, di dema girtina rê li Amerîkiyan de rewşeke tirs û metirsiyê li cem çekdarên Amerîkî derket, vê yekê jî hîşt ew parastina esmanî biparêzin.

Ew fermandarê Heşda Şeibî dibêje, ji ber têkçûna hêzên Amerîkî li Sûriyê piştî ragihandina vekişîna wan ji Sûriyê, dixwazin bi riya numaşkirinên ragihandinê aloziyê li navçeyên rizgarkirî çê bikin.

 

S. B