Mesrûr Barzanî: Proseya çaksaziyê dê di hemû waran de were kirin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşankir, ku proseya reform û çaksaziyan dê di hemû waran de werin cîbicî kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşankir, ku proseya reform û çaksaziyan dê di hemû waran de werin cîbicî kirin.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqê Cyrill Nunn û Serkonsûl a li Hewlêrê Barbara Wolf li paytext Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de liser pêwendiyên Hewlêr – Berlîn, herweha pirsa penaberan jî hate kirin. Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê, giringiya piştgiriya Amlanya bo Kurdistanê û vekirina Nexweşxaneya Pêşmerge jî anî ziman.

Mesrûr Barzanî diyarkir, ku proseya çaksaziyê dê di hemû waran de were kirin û di vê proseyê de giringiya piştgiriya welatên dost jî, ji Kurdistanê re xwedî cihet taybet e. Daxwaza berferehkirina pêwendiyan di hemû waran de ligel Almanya, bi girîngî wesf kir.

Balyozê Almanya Cyrill Nunn jî, destnîşankir, giringiya Kurdistanê li herêmê ji wan re li ber çavan e. Di hemû waran de xwazyar in, ku pêwendiyan ligel Kurdistanê xurttir bikin.

Nunn anî ziman, ku piştgiriya Almanya bo Kurdistanê dê bidome û vekirina Nexweşxaneya Pêşmerge wekî nîşanek erkdariyê ya welatê xwe dinirxîne.

Di civînê de, liser pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û çareseriya pirsgîrêkan bi rêya destûrê jî hate axaftin. Herweha li hin deveran zêdebûna êrîşên terorî jî, beşek ain a rojeva civînê bû.

Di çarçoveya civînê de, liser hewlên pêkanîna hukimeta Kurdistanê jî, hate rawestandin.

 

 

C.B